Konseya ewropayî – civîna bilind di navbera serokên welatên YE de
Konseya ewropayî ji bo hevkariya YE prensîpên ji bo demeka dûrûdirêj datîne, lê ti biryaran li ser qaîdeyên YE nade. Civînên bilind her salê çar cara tên li dar xistin. Li gor pêwistiyê civînên bilind yên zêde jî dikarin bên li dar xistin.
Konseya ewropayî ji serokek, serekdewlet û serekwezîrên welatên YE û ji serokê komîsyonê pêk tê. Konseya ewropayî serokê xwe ji bo demeka du sal û nîvan hildibijêre.
Di YE de biryar çawa tên dan?
Swêd û welatên din yên YE bi hev re biryara qaîdeyên nû yên YE didin. Ev tê wateya ku Swêd dikare bandorê li ser biryarên YE bike, lê Swêd carinan jî mecbûr e biryarên YE yên ku ne bi dilê wê ne bi cih bîne. Swêd û welatên din yên endam bi vî awayî li ser qaîdeyên nû yên YE li hev dikin:
1. Komîsyona YE qanûnên nû pêşniyar dike
Wezîfeya komîsyona YE pêşniyarkirina qanûnên nû ye. Her welatê endam di komîsyonê de xwedî endamek e. Komîser ji bo berjewendiya tevaya YE dixebitin û ne nûnerên welatên xwe ne.
2. Hikûmet û parlamento helwêstê digirin
Komîsyona YE pêşniyarên xwe ji bo hemû welatên endam dişîne. Li Swêdê ew diçin hikûmetê û parlamentoyê. Hikûmet nêrîna xwe ya derbarê pêşniyaran digehîne parlamentoyê û dîtînên parlamentoyê werdigire. Hikûmet gotina Swêdê pêşkêş dike.
3. Parlamentoya Ewropayê biryarê dide
Parlamentoya Ewropayê di nav biryargirtina qanûnên nû yên YE de cih digire. Endamên wê di hilbijartinên giştî de hatine hilbijartin û 21 jê li Swêdê hatine hilbijartin.
Parlamentoya Ewropayê di piraniya pirsan de bi konseya wezîran re biryarê dide. Di hinek pirsan de Parlamentoya Ewropayê di biryargirtinê de cih nagire, wek nimûne, biryarên li ser siyaseta YE ya derve û ya ewleyiyê.
4. Konseya wezîran biryarê dide
Hikûmeta Swêdê û hemû hikûmetên din yên welatên YE bi wezîrekê xwe beşdarî konseya wezîran ya YE dibin. Konseya wezîran biryara qanûnên nû yên YE dide. Hikûmeta Swêdê berî wê pêşniyar bi parlamentoyê re minaqeşe kirine.
5. Swêd qanûnê bi cih tîne
Gava konseya wezîran biryara qanûneka nû dide, divê Swêd û welatên din yên endam wê qanûnê pêk bînin. Hin caran pêwîst e ku parlamento guhartinan di qanûnên swêdî de bike ji bo ku ew li gor qanûnên nû yên YE bin. Di rewşên din de qanûnên YE yekser derbas dibin.
Parlamento (ya Swêdê) hûr dinêre
Parlamentoya Swêdê, wek parlamentoyên welatên din yên endamên YE, ji bilî hûrnêrînê û dîtinên xwe pêşkêşî hikûmetê bike, wezîfeyeka din jî heye. Gava YE di hin waran de qanûnên nû pêşniyar dike, divê parlamentoyên welatên endam kontrol bikin ka qaîde di asta YE de pêwist in yan jî baştir e ku her welat ji aliyê xwe ve qaîdeyan dane. Encama lêhûrnêrînê dikare bibe ku komîsyon ji nû ve li pêşniyara xwe binêrê.
Çi dibe heger Swêd li gor qaîdeyên YE tevnegere?
Komîsyona YE çavdêriya pêkanîna qanûnên YE li ser welatan pêk tîne. Heger komîsyon bawer bike ku Swêd li gor qanûnan tevnagere, komîsyon dikare dozê li dijî Swêdê li dadgeha YE veke.
Hingê wezîfeya dadgeha YE ew e ku biryarê bide ka Swêd li dijî qaîdeyên YE tevgeriyaye. Dadgehên swêdî jî dikarin ji dadgeha YE daxwaza alîkariya şirovekirina qaîdeyên YE bikin.
Heger tu bawer dikî ku Swêd yan jî welatekê din yê endam li gor qaîdeyên YE tevnagere, wê gavê tu bi xwe dikarî li ba Komîsyona YE gilî bikî.
Komîsyona YE
- l Komîser divê ji bo berjewendiya tevaya YE bixebitin û ne nûnerên welatên xwe ne.
- l Komîsyona YE ji aliyê hikûmetên welatên endam ve ji bo demeka pênc salan tê hilbijartin.
- l Divê parlamentoya Ewropayê komîsyona YE qebûl bike.
Parlamentoya Ewropayê
- l Her pênc salan carekê hilbijartina parlamentoya Ewropayê pêk tê.
- l Welatiyên her welatekî endamên xwe hildibijêrin.
- l Nûnerên welatên xwedî nifûseka mezin ji welatên xwedî nifûseka kêm pirtir in.
Konseya wezîran
- l Di nav hikûmetê de, wezîrê ku ji wê pirsê berpirsiyar e, beşdarî Konseya wezîran dibe. Wek nimûne, heger pirsa di rojevê de pirsa jîngehê be, wezîrê jîngehê beşdar dibe.
- l Heger piraniya endaman li pişt pêşniyarê bin, Konseya wezîran dikare li ser piraniya pirsan biryarê bide. Di hinek pirsan de, ji bo ku bikarin biryarê bidin, pêwîst e ku hemû wezîr li hev bikin.
Dadgeha YE
- l Ji her welatekê YE dadgerek di dadgeha YE de heye.
- l Dadger ji aliyê hikûmetên welatên endam ve ji bo dema şeş salan tên hilbijartin.